4.03.2015

xwe ker 'ke..




(ez û eynik kinye û ze, helbesta badbadokê, xwe ker 'ke, kurteya rojekî)


Deriyê
                         Darîn
                                            Qirçênî
Devê derî
                             Spêle
                                             Mêvanek, cihê piyê xwe xweş dike
Aşpêjxane
                            Çay
                                              Aveke nû dizê
Derengî
                               Bêhntengî
                                                    Bisekine; yabo qurban bisekine!


Zarok meselen em bêjin stranên
deryageriyê dibêjin
ji bo dengê min daqurtînin
min ewr elimandine şîna ezmên



Çi ma me negotî?
Rast e Temam! Perde. Berfanbar
                          Rêbendan
                                                         Reşemî; dibare ser pora min


lingê min sincirîn
ji mehan ne Pûşper be ne tişteke dî
li ser serê min zozaneka hênik


Waa ew jina ku ez elimandime ka gulek çawa diricife ji serma
Zanim nasekinî tu jî yê herî
Hingî dema erza zarokaniya min dişikandin li hewşeke bi mêw û dêlî
Keştiyeke ku rêwiyên wê kotîbûyî ez ê rabim bikevim ser rê
berev peravên navdewletî yên evînê!


Ji axaftinê bêtir hej zimên dikim
Hej jinan û xewê
Ji qam de ketime
Mîna peykerekî li piyê xwe digere



Qene bi qasê dezgeheke seyar jî berê xwe bi min ve nekir tu kesî
Ez bûm ew reşayiya li ber pencerê
û ew sîlueta wan şevên bêheyv
Ji zû de ye kelegirî me
eger bigirîm
                        di nav xwêdanê de wê hilçeniqin ji xew hevalên min li serê çiyê
eger bikenim
                         Hingî; Hizna rojane ya kolanan
Destê min bernede min bipêçe min himbêz bike


Di çÎrokan de ez mezin kirim
ji ber wê mezin nebûm tu carî
sihûda kurmikekî ye ev
zêdetir dibe hingî dema tê kuştin
min bipêçe, min himbêz  bike



Tariyê vegirt her tişteka li ser rûyê erdê
dema kurtepist dikeve nav devê xelkê s tê ser hukm
sya syê
xwe ker ke û mîn bipêçe
mîna dargerînkekî min himbêz bike



Dûyê êşên beravan li te çûye
ji ber wê ev qasî bi girî ve yî zanim
tişta zanim:
bêbextiya beybûnê
û laneta wê ya ku diçe dikeve nav
cot çaviyekî


Di destê te de ''mutemmîm malumat''ek
belê sê payîz bihurîne di ser re
ji te we ye wisa erzan e qey her tişt?!


Xezaleke qutifok î hê jî
lê rûyê te jê nagire
belê rûyê te jê nagire
mîna wan rojên berê bêyî bêjî tu nayî em herin sînemayê?



Binêr
guhê xwe bide min
''tu nikarî ji heqê mirinê de bêyî na ew qasî ne bedew î''
belê
bi dengeke surkirî, û bêyî dil
bêjî here ji vir
here ji xewa xwe nemîne
ji wê xewa xwe ya keça memûran


Destê xwe nediyê bihêle bila kew bigirin birîn
mîna wî deriyê li pey te hatî girtin
bes bi mirinê dikarim bikim
berdêlî
te
bi nanekî
bi gulekî
bi serhişkî
ji lew çavê xwe ji te vedişêrim
li wechê min
tiliya tembiya tarîxê


Dîsa jî nikarim bi dilê xwe dibêjim tu neçî çênabe gelo
ji xwe ji mehan gulan e hêj
û ji hemû evînan mame



Tu emr nikare xwe bigihîne rojê
û sibehek ji xwe eger xama be li hêviyê ye bilewite
destê xwe dibe dide ser dilê şevekî şêt
û her rêwingiyek tiştek li pey xwe hêliştin e ma ne
-Nexwekadirêêêj bike destê xwe ez ê bêm
heta ku bigihêjim te


Tu neçî çênabe gelo
waa ew beybûna şîn ya li ser singa min bişikuvî
neçilmisînî çênabe gelo pelçimên xwe
tu jî herî ez ê birizim bimirim li vir
her hêviyek wê bibe xwekuştinek ji bo min
''her xwekuştinek wê bibe rengeke nû!''
dilo rebenoo, rebeno diloo
dilo rebenoo ?
Çimkî her wextî sebebek heye ji bo jiyanê


Di dilê xwe de dibêjim tu neçî çênabe qey
şilûziwa min tenê tu heyî
bi her rengekî sar e serma ye
ji mehan gulan e hêj
niha neçî çênabe qey
Çimkî ji avê girantir e xwêdan
û mêtingeha min î tu!


Her yek ji me çû mala xwe;                             
tu yê bêjî qey min pirtûkek xilas kir ji emrê xwe!


Na,
erdhêj filan
tenê çend lerz û tevzînek
ji nişka ve mirûzê xwe kir ezmên
ez tenê li hêviya wê bûm belê şilî


Min baz da,
ez ketim pey xwe
çi qas hezkirin hebin min xwe bêrrî kir ji hemûyan!
di nav xwêdanê de ma ew bilêta
di destê min de ji bo otobûseka nîvê şevê


Belê ez li mala xwe ew li mala xwe;
ji xwe tu carî em nebibûn yê hev!


Na ne rast e
me jî wisa dizanî
tişteke seyr û ecêb
di nav xwêdanê de dima destê min êdî
piştî wê romanê


Na
nîne tiştek wiha
ew qas jibermayiyên..
te hew nêrî daye der
ji derekî û bi xwe re derketiye


Belê ez li mala xwe ew li mala xwe;
ji xwe em tune bûn eger em negihabûna hev!


Min berê xwe dayê,
bêhna efinkî û kincên şûştî
hesteke felaket ya hêwî li hewayê
ji zû de ye
belê ji zû de ye destên min reşemeh!


Qederekî li ber xwe ketim
min kir ax û wax
min ji xwe re go qey ez yê vê bûm
bi derengî jî be min fêhm kir dema xilas dibe
destpê dike ew serhawa mirinê


Em ji hev bihurîn;

Xelet e kî derkeve û bêje na
ne we ye
ji ber wê ye ji xwe
ew teşqeleya gotinê hir re diçe û wêre tê
û li hêmayekî rast dibe;


Kêliya dî bêhna axê û gulhingivînê hat
çi zû baranê danî
ez ê derketibûma çûbûma parkê
paşde nedabûna zarokaniya min hey
demeke dirêj e destê min reşemî


Nas-
nameya min
e
dema eşqiya bi ser gundekî de digirin
hema wisa ji ber xwe de hat bîra min
mîna golekî zenzilîm di cihê xwe de



Çû mala xwe her yek ji me;
ji xwe ya rastî ez li mala xwe ew li mala xwe bû!


Selim Temo
(ayna ve ben neb ev anya, peygamber devesi şiiri, su’s, bir günün özeti)
Wergêrrana ji Tirkî bo Kurmancî; Pezkûviyê Cûdî

9.02.2015

Behsa rêwingiyekî..






Behsa Rêwingiya Ji Amedê Ta Bexdayê Dike
                        ‘’Lâfeta illa Eli lâ seyfe illa Zulfîkar’’
ı.

heyv şilf û tazî, serçavê ezmên xûrî, qalikek hişkole girtiye axê
ji miqabil ve diçirûse bi dengê xwe yê gulgîn Şirnex, Telafar, Felluce
û Bexda. di neynika we ya xwînî de li xwe dinêre
kolaneka ku navê xwe ji ber kiriye. yanî hem roj, hem şev
hem çol, hem çem; hem doh û hem îro ye

qey zahîd mohtacî şerha xwe dibe?
yanî bi dengê mirîyekî ku li ser qesasê xwe digirî
yanî ku bi dest xwe re bi xwe re dibim bira
yanî ku radibim di çermê miriyekî de xwe vedişêrim
yanî Ereb, yanî Tirkmen, yanî Kurd
yanî ku bi ser piyên xas yên Peştûnekî ve ku dirijim
yanî ku dibim dengê Melê, yê Ettar, yê Mehmûd
yanî cihê ku wek dengê bêomidiyê têm dîtin
yanî ku bi îtîqadeke sor-gewez dengê xwe hildidim:
yanî ku herkesekî Bexdayek heye
yanî ku dibêjim ev Bexda û ew Bexda yek e
yanî xwe bi baskên peyvê ve digirim
yanî bi ser paytexta Şerqê ve dibim
yanî ku ji bo mirina pê re têra xwe kemilî me

lê ku Selahaddîn? ew Selahaddînê ku bi serê xwe ometek e? Di zengara kalên de
wek berbejnekî hevrîşimî sax dibe niha tava ku li ser bircên Musûlê vedigevize
ji qalikê newêrek yê birînekî, niha li Ramadiyê
siha ku hevrê ye ji bo Bedreddîn, niha hemû malên ‘Şerqa Xeyalî’
di xewnekî de ne ku xwe ji bo dijmin û birayê xwe amade dikin, bi zîva xwe ya biriqî
ji xew radibe xencerek Kurd! Ez im ew! Bêdengiyê dixeritînim,
baxçeyê bi darûber xwe li kerrî û laliyê datîne. Li ber devê her deriyekî dohînek kevn.
bi xirxê xwe û şekala xwe ya hesinî berê xwe bi te ve dikim, wa Şerqa zilmê, wa delalê
waa îmana di hestiyên hişkole yên fatîhan de; ku an pêxember, an jî qessas in

di laşê Nesîmî de pêt û agir e, di rûyê Mansûrî de
çavinên ku dibine çol. ‘eşqa kêmeyar a ku goştê wê
li ber îmana xwe dide, Mûsa ye yê ku li Tûr’ê bi bedewiyê dişewite. Qeys e yê ku
bi şêrên ku bi xezalan re hevrê ne re can dide. Axirê ew Karwan e li Şerqa xeyalî
ji Heratê ta Kurdistanê û ta Bexdayê, li ser piştê barek zilm,
çendek rist û camêrî. Barê wê tîpên bêdeng yên stranekî
hêdî hêdî xwe ber bi zindanekî ve dixirxirîne

waa qit’a ku şûrê xwe di ‘eşqê de û ‘eşq di singa xwe de çikandî!
warê hesp û qûm û rezamendiyê. di rûyê xwe de bi taveke biberkî
her demsal, bahnameyên ku bi bismillahê destpê dike, û kufra ku bi tobeyê
diqede! Ji herkesî re bira, ji birayê xwe re neyar; rabe, min bike girêk û ji hev veçirîne!

ıı.

waa ew rûyê ku bi hêlma qertalekî şil dibe. Waa birayê
ku xwe ji biramariyê dihesibîne. Cahniya ku ji qorika xwe xwê dide
waa ew kesê ku li Şehrîzorê destê xwe li xwîna yaran gerandî. Waa birca kerr
waa terkîba ku xwe dispêre şa’irên pîr. Şerha seqet
ku ji wextên xerîb dibore. Waa serdarê rê dayî artêşa morîstanan.
waa ehlê ciwanî û melametê, miskînê ku digirî
biratiya Mahî û Harûn û waa seydayê Xanî. Welê zerîf,
welê zîz û renckêş î tu û baranî hinekî, belkî Demawend î,
ku di hemû nexşeyan de bilind, anku bi rengê zerê zerhimî dineqişî

li besta Bedeşanê olana dengê Logerî û bi rîhên xwe
yên xalî ve siwariyên Ozbek; di neqeba buhuşt û dojehê de çerx dibin
şamanek li ber Berê Reş di sûretê qazekî de tevlî ba û bagerînkê dibe
û pirtûk wekê birînekî vedibe, ji rûpelên xwe qermiçiye
û wan dewrên ku hê jahr neketiye stûyê maran û li wê maşera ku
gulekî bi kevirekî didin, ji barûya ku Sardurî xwe lê veşartî
dinêre Mehmed Zillîoglu Evliya

niha wextê firînê ye ji Xorasanê niha taa Anatolyayê
berev keserên hêwirî ve. niha wextê Salar û Koroglu û Ûsiv e
û tam wextê vejîna Ebu Emmar e li çolê. niha wextê efsanayên Judaîkî ye.
niha wextê oqyanosê, yê behrê, û yê Binyamûn e
niha wextê terkîbê û yê hilanînê ye, niha wextê dildana keçikên çiyayî.
niha wextê mirinê ye li bajarê Yemenê têr têr,
niha wextê xurxura herikîna wî Şettî ye. niha wextê birêketinê ye berev
Goran û Nazim û Firdewsî, û berev Mahîr û Denîz û Mezlûm ve
niha wextê lihevhatinê ye bi Qabîl û Habîl re. niha wextê jibîrkirinê ye

bi azwerî ji bîrên kûr hatim kişandin û bi miskînî berê min dan
wî zaravayî; Hikayet-î Mexdûrin! Zeban, lisan,
dîl û ziman; Tupac Amarû me û dibe ku bibim çar par yanî him Kurd û
him Ereb û him Tirk û him Faris. Him sîmur, him legleg û eqaliyeta ku
xwe li sûk û çarşiyan vedişêre, anku bêrî û kovana çemên ku bi ser hev ve dibin,
lê ya ji hemûyan rasttir rondik im ez, ji bo kilê çavên te waa Şerq! Waa paytexta Şerqê!
bi zimanê peyvan bikelime
bi min re!

ııı.

lê di devê berdevkên te de ekla neyariyeke mirr û tahl
û li ser keval û parşomen û rojnameyan qarewara bangekî,
û mêleka seyr ji bo meneşoyê. zalimiya te li ser zimanan e hê. zanin xwîn
wekê avê ye li cem te. camêrî, çile û hikmeta te melûmê herkesî ye
lê ya min î tu tenê ya min bi terkîba‘’ şehiden, şehiden, şehid’’ê!
binêr eva he ye dara ku xwe bi baranê nixumandî, bi herkesî re dest
bi heman rojê kir û dîsa bi mirinekî derî li xwe girt û qene dijminek jî
te nema binêr evên he keçên Ereban e ku tenê çavên wan dixweyin,
ew asfûr xwe li rengên ku li rûyê min sor bûne didin û berê xwe didin peyva mirinê.
niha Eliyê şêr ne li kolana ye êdî. mêwên xwe li dîwar û hewşan diqelibandin
hatine kezaxtin. û mirinê ji Berzan, Palestîn, Herat û Hewramanê li ser destên bihestî digihînin te, mêrên qemer ji keçên bedew, û kenê zarokên porgij ji serûçavên wan
dikin û dibin, û dizên derzên te wekê temara xewê
şilf û tazî!

xwezî min wekê dayînekî qenc hemû mindal mijandibûna, min birçîtî ji nû ve
xistibûya bîran. min marek kiribûya gilok û li rûyê xwe gerandibûya
û ji bo te qesta xirabiyekî kiribûya. bi Erebên qambost re
min li tavê nêrîbûya bi mijankên xwe yên dirêj. wekê xelkekî di nêv gêre û gemara xwe de
xwe tev dide min jî behsa îman, mirin û seyddê kiribûya xwezî. min peyvnin ji xwe re kiribûna fetîş û li devê xwe gerandibûna. kenek ji ber min çûbûya bêhemdî; wek ehmeqekî an aqilmendekî navê min hatibûya hildan. bi kêrekî ji dengê xwe ve hatibûma qewartin, bi dengekî bibûma mêvanê kufrê û wekê rênivîsekî çêkirî li çiyan nêrîbûya min û wekê cedewekî ji axê hilhatibûma û yadîgariya zilmê bi te re parve kiribûya û min gotibûya vaye binêr, ev çiya, ev çol û eve jî Omer Muxtar. baweriya xwe ya ku bi zilma te şikestî bi zilma li te min bicebirînim wê qelbê min pê têr û tetmîn bibe gelo? wê têra te bike gelo behra hibrê ya qelema min? wê têra te bike waa Şerq,
hingî tê çok danî ser birînên xwe û birînên ji xwe?

waa Şerq! ev qewmê zalim wê dîsa li ber kej û xiraman xwe ji bîr ve bike,
di ber û paşilê pezkûviyan de. ne bi behrekî, ne bi şûrên ji qeşayê û ne jî
bi keştiyên ji şimayê wê nekarin vegerin malên xwe. rûyê te yê ku ji gunehan
sor bûyî wekê trajediyekî şidyayî çirmaq, betili û bêdeng e lê li te diborim û te tu efû dikim
waa Bexda! Tu jî ji bo serpêhatiyan navekî hilde ji xwe re, te divê bêje ‘duwaroj’
‘’îro’’ an ‘’siba’’. Bizanibe ku êş û azarên me xwarine ne ya ku Dîjle û Feratê digihîne hev.
Li ser milê min êlegê Zeybekê, li ser zimanê min stran û serhawên çiyayên dûr ên hêlm bi ser ketî, xirecira di malan de ketî ser hev, kumbetên morîstanan,
kelam û buxtan û çend têgehên beredayî: Bex-da Bex-da Bex-da
birayê min ê delal!


helbest: selîm temo - amed'den bağdat'a gitmeyi söyler

ji tirkî bo kurmancî wergerandin:  pezkûviyê cûdî

Guvîn..



Ez hatim bi birîna xwe ya hûnik dinyayek û du welatên cuda
bi mirinê ket; ew guvîna li pey xelkê. Ez hatim
mîna kursiyeke takekesî, û pê re xwê reşand min
ser neynûkên xwe: tarî û zilûmat, û şevereş
bi baraneke diltezÎn bû nalîna pisîkan, ji bo êvarê
hêz û niyet: diyalektîk! Dayîkek: bi qasê ya herkesî;
reşgirêdayî û li ber sekeratê! Di devê çemberê de!
Dixişikî bajar ji bin baskê çivîkan. Min sar bû
Diricifîm ji derve mîma çêm. Dil ket
kêreka kevnik. Rabûm min derxist ji derve
helbest biçekî li ser xwe gerand. Berev bakur ve pêncî sal berê
sû ketibûn deşt û newal: malêêê kes nîne qey kes nîne kes

Xwudê kir roj li cihê xwe ye hê jî. Li cihê xwe
ne semptomên dînîtiyê. pêjn, şêwe,
û hemû ew saw û sepet; destên zarokekî biçûk bin eger

Ji bo bê belkî berêvarek bû hêvî
ji bo me şekirê qulqulî, pimpimok, nanik..
teraf ma li şûna wan. Xalên bêserûşûn û
lawija mirmirkî ya diya min. Çimkî
teqwîm tunebû li mala me. Feqîrî hebû. Birayên min
gurrî! Ez menenjît ,sorik! Zarokên
rûpembîşok dileyîstin di nav pirtûkên me de! Û
cinaze! Cihokên xwînê! Qirş û qal! Furze!
Bi hezaran mirin! Dirêj kir nimêja pîrika min. Dua min ji Xwudê:
''Îşev radizêm ya Ellah
Siba radibim înşaellah
Eger hat û mirim eşhedû en la îlahe îllalah''

serkêşên dengzengil, miqamên giran.. çi qas
îlac hebû di heqîba wan de. Dema pif dikirin Samsunê
dûyê wê diçû heta erşê hefta. Wisa
serbilind û dilpak. Destên wan ên mezin
ji bo destê xwe bi serê me ve bînin. Ji çivîkan bêtir
me ew didîtin li şikeftan! Hevalên jin; niha
bêhna xwê tê ji gerdena wan a şil ji destmalkên sor

Qelemên min ên deyn hebûn. Min dida ser
sloganên jêçûyî
Ez ê: qiyameta xwe! Nedihat bîra tu kesî
Li wan cihê bersiv tunebûn ez dibûm pirs. Bêdengiyeke bêqisur bû
şeqameke bihêwirze. Û feqîrî diherikî perên bajêr
ligel sêvên rizî. Berê wan li çiyê bû
qehweyên feqîr. Û bêhna titûnê dihat
ji riha min a hêj derneketî! Xwudê xira bike! Vaye cendekek dî jî,
Li meydanê. Çimkî birîndar kirin av, berê xwe da baxçê xwe
û şewitî ejderha. Lê belê pirsek mabû:
Bi kû re derdikeve rê piştî çiyayeke bêhnteng?

Mîna mareke fosforkî dikişkişî trên
diçûm nêçîra stêrkan piştî terewîhan. Çi qas xewgerok hebin
di xew de digerin. Çi qas xewgerok hebin
li ser xwe digerin. Li ber dergehê ezmên heyv,
bûk û zavayên nûzewicî li ser bên,
berê qozka xwe didim daran. Tê bîra min ziravê min diqeta
dema dora şivaniya min dihat. Min jî distirand
bi dengê xwe yê zarok êşên mezinan

Hinekirî bû pora dayika min.
Zanim dayê esmer î tu, diranên te
yên zêr hebûn. Niha nemane. Te rêya xwe şaş kir
û tu bûyî du şeq dema ez anîm dinyayê. Mîna
cewrikekî mezin bûm, tirsiyam ji kûçikan
tisîna maran ku min ji çîtan çêkiribû ji xwe re
di devê min de. Berev payîza xwe ve diherike
aveke çirav. Dengek û tehnek. Li ba dibe dengvedana
tenêtiyeke kevn. Sermiyanên cîranan dibihurin
di ber deriyê me re

Nehewce ye bejim yadê, mirin ji me ne dûr bû.
Li malê albûmek nebû bi kêfxweşî em lê binêrin
li ciheke ji vir dûr; ku te jî nedizanî li kû
roj mîna şîna ezmên sayî bû. Têrbûn
hebû li wir. Hebûn hebû! Min go
bi dilêrî xirecir, tevz û tinaz û bêbextî. Çû bihurî
leylanek bû bi eks û inyad bi ser min de dihat xwar
şaş mam, eniya min fireh bû. Ez dîn bûm
Zarokek nehs û nesekinî min da ber singa te

Paşê heyv derket. Min dît. Bi gavên
xemgîn û mexrûr tu ketî ser rê
Di zikê te de xuşk û birayên min. Ji bo şoreşên feqîr
jiyaneke nû bîne yadê; zanim ji te tê

De ka zû bike yadê ba û bahoz diricife ji derve
min bişîrve bike. Min bişû. Min bi xew ve bibe
Ceyranê bitefîne, pisînga feqîr bila nexape bi siya xwe

Xweyîmirê çima heyf û mixabin ji bo çi rijiya ser
wan eynikên ku dixukin destên min. Ji ber ku ez ne
xelet bim bi min ez karim bêjim ku ez kuştim
nizanim bi çend puntoyan. efendiyên ku nizanim mehê çend
hezar dolar meaş distînin û hemû ew hevkarên wan.. bê ka çawa çêbûye
dîsa jî neheq in bi qasê xwudê. Ji bo nimûne
em bêjin ku meselen çivîkek te dî
carina em bêjin salê carekî çawa û di kîjan şert û mercan de
bêje jî strana xwe he-
ta daristan jî belê dengê xwe dibirre
portreyek suje fon an
bi nezaketa tremolo çawa çêbûye nizanim
lê ka ji xwe re li vê ecêbê binêrin gotareka xwînî ya qenciyê ye bi xof û tirs

Pênûsa min a pêxwas perçiqand dilê peyvan. Bi
nivîsên xwe bûm nola çîrokan. Ne rastî me êdî
ne jî zindî. Bi herfên xwe hêrand min ew dema
turinc. Êvar mîna dayîkên feqîr dilwas û dilgiran bû
li benda min bûn hostêsên dullarî, hemşîreyên zayînê
paşê evîn hebû, belkî we bihîstibe ji derinan. Wekê malê diziyê
min veşart ji xelkê li wir. Min da xwe û xwe kar kir, ça ma li wir. Ez rabûm
çûm sêşemê, ne eyb û ne fihêt. Destên wê hebûn ne yek û ne dido. Dayîkek
kurek û çend mirovên ji devera behra reş. Qehwexane
sînema werhasil, min dar dan ber maçan di dohên
jibermayî de. Siya pozbilind ya xwudayê xurifî:
çû borî ji caman ew xewna hezar salî. Sihûda kurmikan bû
zêdetir dibû hingî dimir. Zarokekî pirsî: mamê min
kîjan e ji wan? Min jî lêda ketim nav jînê wisa xeydok û wisa bêhnteng

Mêrên desthişkole
dema çirrandin zikê axê; jin e
ya ku avê maç dike û dimeyîne. Lehîyek e ya ku bi ser me de tê;
we qet nedîtiye qey? Teybeke manuel bû şev
baveke ji derpê.

Artêşeke şikestîbû bavê min. Çîrokbêjek bû ku
bi şev dihat ji wan cihên kesî nediwêrî nava rojê heriyê
suretê avê bû bavê min. hêdî hêdî
û bi hêminî dihate xwar ji devderiyan. Tenûr, Têcirên pêz..
û li sûka titunfiroşan xirecir. Bavê min
çavên wî diçû ser şikestekan. Dihat diket nav behra xeman

Bavê min mêtingehek bû, heta êvarê bêdengî dibir
ji bo mengeneyan. Bêdest bû. Teniya
feqîriyê bû bavê min. Şivan bû. Digirî û hey digirî
mîna tizbiyan. Carina min digo qey çivîkek e
daniye ser rê serê wî. Kedkar û
û ji şij û kevirên çêm paqijtir. Heyber
li ser kevalan bimîne bila. Îdolên mar
û xezalan. Û ya ku xwe li pûrtên felekê dipêçe
Navûnîşan: îsa, babîl û Silêman. Belkî Xwudê bi xwe bû
bavê min; min ji xwe re ji miriyekî çêkiribû

Û mîna şaxên kezaxtî bêsebr
xwe ji ser çîtan re diqevêze xortaniya min. Û li
bajarên dûr, vagonên xurde, birçîtî
xwekuştinên bi hênceta evînê. Mîna ewrên stewr
bi gurmînî pîr û kal dibe bavê min. zêdetir dişibe
axê destê wî hingî diçe. Bi dengê hemsalên min ên mirî dikene
û mîna şaxên kezaxtî ser guhê xwe re davêje
helbestên min tê de jê re behsa xwe kirî; ev qerta min e!
ez ê li vir bim, li erafê
hingî dema agirê kesk bikoje jiyan û mirin
bavê min ê her bavê min be

Bi mitrîbûneke sifir gelek bajar li dû xwe hêliştin min
li ber min spermên xwînî yên dînîtiyê. Hej stûyê min kir
ji lew pê re dilê te ji xwe hêlişt. Wa duwaroj min seh dikî;
heyfa koregirêk, çîroka biçekî zû biçekî dereng!Min rahişt çakêtê xwe
û lêda derketim ji hemû dilên ez lê, kenê xwe bi min kirin, na ne rast e, naa
ez naqehirim û li ber jî nakevim, min bawerî bi duwarojê nîne
zencî me ez: dengê min bed e, bejna min kinik
roj dema mîna cîranên cirnexweş bar dike diçe, bi devê
kotî miskînekê heram ez ê maç bikim herkesî

Nav goştê min de hêliştin jinan diranên xwe. Calîbanek bûm
dehbe û dirrinde. Quwîna duwarojê. Ew qasî xemgîn bûm
ku dihatin bi ser min ve dibûn hemû ew qazaxên kevnik, qehbikên frîgîde
û destên reşgirêdayî. Kêfa min ji wan re hat heta çend mehan
mîna yê rêwingekî qutifok bû çavê wan. Pîyesek tewş û rastgo
di gola xwe de şil. Bêjin bila jê re bêjin avzeneke xemrî ji bo wan cihnivînan.
Mîna poreke levdayî betilandin min ew
û pirsî ji wan:
qenebe bi qasê rûnivînekî hûn nikarin xwe li min ragirin gelo?
ji nişkê ve diçirriya zikê wan, diketim hindur. Mirin
û pê re jî bahoreka havînî. tolazê dilzîz. Min go we
hej min bikin. Ji xwe divê mirov hej kabûsa xwe bike

Min lotus nexwar tu cara. Û ji bîr nekir welatê xwe
heta car hat ji min re digotin xayîn jî zanim. Xemgîn im
bi qasê cendekekî li nav du parzemînan de dirêjbûyî
li pêşiya muxalîfên bi hemdê xwe. Begzadeyên esilzade,
min go, gûyê hiznê dibare ser şevê de. Ji xwe ji hemûyan
bêtir min bêriya şînê kiribû. Belê xwe kerr kirin
qelemên sefîl. Dan rê û çûn çi qas qeşmer hebin
sernerm û sivik. Li wan malan belê
li kîjan malan razberkirinek bû belê jiyan heta belkî lûksek
ax siyaseta kurd bira ye bi mirinê re

Bi hespên textik min li pey xwe hêlişt çol û devî. Û bi qasê
sivoriyekî bizdaham ji bajêr. Lê min karî vekim
deriyê vê gumana qerrase. Stranên nûjen
min strandin li wir. Qederekî dilop kir,
bi dilxweşî; min seyand xaniyê xilwetê. Min da rê
û gurand çermê xwe di rê de. Min da rê
di rê de mîna zilamekî xirûxalî. Ez Selîm Temo;
Yanî hîç kesek. Bi kîn û rikeke safî dinêrîm
li Dinyayê. Mîna şimikên kevn şerm dikim ji dengê xwe.

Selîm Temo

Wergerandina ji Tirkî ji bo Kurdî (Kurmancî); Pezkûviyê Cûdî

Têbinî; ji bo wergêrraneke baştir rexne û pêşniyarên xwe binivîsin.